ENQERE - Hevdîtina Numan Kûrtûlmûş û koordînatorên partiyên di Komîsyona Meclisê de dest pê kir.
Serokê Komîsyona Meclisê Nûman Kûrtûlmûş û koordînatorên partiyên siyasî yên di komîsyonê de cih digirin li hev kom bûn. Di hevdîtinê de dê Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Cîgirê Serokê Giştî yê MHP'ê Fetî Yildiz, Serokê Koma AKP'ê ABdulhamît Gul, Serokwekîlê Koma CHP'ê Mûrat Emîr û Serokê Koma Yenî Yolê Bülent Kaya dê di civînê de cih bigirin.
Tê payin ku di hevdîtinê de raporên ku partiyan amade kirine û rapora ku komisyonê amade kiriye bên nîqaşkirin.
