HPG’ê şehadeta Metîn Arslan û Nûreddîn Sofî ragihand
- rojane
- 10:23 11
HPG’ê ragihand ku endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê Metîn Arslan û Nûreddîn Sofî di êrişên hewayî yên salên 2019 û 2021’ê de jiyana xwe ji dest dane.
HPG’ê ragihand ku endamên Komîteya Navendî ya PKK’ê Metîn Arslan û Nûreddîn Sofî di êrişên hewayî yên salên 2019 û 2021’ê de jiyana xwe ji dest dane.
Mele Saît Ozdemîr bertek nîşanî êrişên ser şînên HPG’iyan û binpêkirina mafê şîngirtinê yê malbatan da û got ku di hemû baweriyan de şîngirtin maf e û hem ji hêla hiqûqî hem jî ji hêla olî ve sûc tê kirin.
Rojnameger Weysî Tallî têkildarî êrişên Tirkiyeyê yên li dijî herêma Zap, Metîna û Avaşînê axivî û got: “Îxtîmala ku di her kêliyê de provokasyona sala 1993’yan dubare bibe, heye. Armanca ji van êrişan ew e ku pêşiya pêvajoyê bigirin û zemîna şer zindî bihêlin.”
Li navçeya Sindirgiyê bi pileya 4.4’ê erdhejeke din çêbû.
Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî diyar kir ku ew li bendê ne xebatên têkildarî pêvajoyê heta dawiya salê temam bibin.
Înşaat - Îş û Dev Yapi-Îşê ji ber rageşiya di navbera karker û welatiyan de hişyariya provkasyonê kirin û banga xwişk-biratiyê kirin.
Li Navenda Kargehan a Ovayê ya li navçeya Rêya Armûşê şewat derket û zirareke mezin gihişt 4 dikanan.
Şîna Bêrîtan Aktaş a ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dabû, bi girseyî hate ziyaretkirin.
Li Bagcilarê di avahiyeke 13 qat de şewat derket û bi mudaxileyê hate vemirandin.
Akademîsyen Ferda Fahrîoglû diyar kir ku hewceye komîsyona li Meclisê hatiye avakirin ji raporên rêxistinên civaka sivîl sûdê bigirin û got: “Divê her kes ji bo civakîbûna pêvajoyê di têkoşîna aştiyê de cih bigire.”
Li gundên Sêweregê bi awayekî sistematik av û ceryan tê birîn, welatî nikarin hewcedariyên xwe yên jiyana rojane bi cih bînin û neçarî koçberiyê tên hiştin.
Nûnerên komeleyên xizmên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane ava kirine, diyar kirin ku gorên hatine texrîbkirin malbatan diêşîne û xwestin ev gor bên sererastkirin û rê bidin malbatên wan ku biçin serdanê.
Emrecan Demîr ku li Girtîgeha Tîpa S a Kavak Samsunê tê ragirtin, ji ber ku lêgerîna nava dev qebûl nekir hate derbkrin. Bavê wî Hasan Demîr xwest ji bo lêkolînkirina binpêkirinên mafan şandeyek biçe girtîgehê.
Endama OHD’ê parêzer Zîlan Aydin bal kişand ser biryara binpêkirina mafê hêviyê ku DMME’yê ji bo Abdullah Ocalan dabû û got: “Heke bi rastî jî bixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin, divê mafê hêviyê cîbicî bikin.”