Li Bagcilarê di avahiyeke 13 qat de şewat derket
- rojane
- 11:39 10
Li Bagcilarê di avahiyeke 13 qat de şewat derket û bi mudaxileyê hate vemirandin.
Li Bagcilarê di avahiyeke 13 qat de şewat derket û bi mudaxileyê hate vemirandin.
Akademîsyen Ferda Fahrîoglû diyar kir ku hewceye komîsyona li Meclisê hatiye avakirin ji raporên rêxistinên civaka sivîl sûdê bigirin û got: “Divê her kes ji bo civakîbûna pêvajoyê di têkoşîna aştiyê de cih bigire.”
Li gundên Sêweregê bi awayekî sistematik av û ceryan tê birîn, welatî nikarin hewcedariyên xwe yên jiyana rojane bi cih bînin û neçarî koçberiyê tên hiştin.
Nûnerên komeleyên xizmên kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane ava kirine, diyar kirin ku gorên hatine texrîbkirin malbatan diêşîne û xwestin ev gor bên sererastkirin û rê bidin malbatên wan ku biçin serdanê.
Emrecan Demîr ku li Girtîgeha Tîpa S a Kavak Samsunê tê ragirtin, ji ber ku lêgerîna nava dev qebûl nekir hate derbkrin. Bavê wî Hasan Demîr xwest ji bo lêkolînkirina binpêkirinên mafan şandeyek biçe girtîgehê.
Endama OHD’ê parêzer Zîlan Aydin bal kişand ser biryara binpêkirina mafê hêviyê ku DMME’yê ji bo Abdullah Ocalan dabû û got: “Heke bi rastî jî bixwazin pirsgirêka Kurd çareser bikin, divê mafê hêviyê cîbicî bikin.”
Amedsporê ragihand ku ji bo qada xwe ya forvetê xurt bike, bi lîstikvanê xwedîezmûn Mbaye Diagne re li hev kiriye.
Ji bo bîranîna rojnamevan-nivîskar Huseyîn Denîz ê ji aliyê JÎTEM'ê ve hat qetilkirin, bi dirûşmeya "Em bîra xwe diparêzin" pêşangeha seramîkê hat vekirin.
Şîna Welat Hazirê HPG'î yê li Metînayê jiyana xwe ji dest da, li Wanê bi girseyî hat ziyartekirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê derbarê rewşa girtiyên jin yên li girtîgeha Qerçek ya Tahranê, raporek parve kir. Hat ragihandin ku girtîgeh bûye navenda îşkence û tundiyê.
Dayikên Şemiyê ku vê hefteyê ji bo nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê 32 sal berê hat qetilkirin, li hev civiyan, bal kişandin ser komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin û gotin ku divê komîsyona li meclisê hatiye avakirin dengê wan bibihîze.
ÎHD û xizmên windayan ku li Amed, Êlih û Colemêrgê bang li komisyona ku li meclisê hat avakirin kirin ku aqûbeta kesên bi darê zorê hatine windakirin eşkere bike.
Tora Aştiyê ya Rexneyî li Amedê bi tevlîbûna 50 rêxistin3en sivîl "Komxebata Aştiyê ya Amedê" li dar xist. Di komxebatê de îşaret bi girîngiya tevlîbûna rêxistinên civaka sivîl a ji bo pêvajoyê hat kirin û wiha hat gotin: “Divê em aştiyê bi hev re ava bikin.”
Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ragihand ku ew ê beşdarî hevdîtina bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) re ya li Parîsê nebe.