ENQERE - Serokê Giştî yê Haber-Senê Mesût Balcan bertek nîşanî qetilkirina rojnamegeran û êrişên ser mafê agahîgirtinê yê gel da û got: “Divê li dijî êrişan bêyî cihêkarî were kirin divê seknekî topyekûn were nîşandan.”
Serokê Sendîkaya Kedkarên Çapemenî Weşan Ragihandin û Postayê (Haber-Sen) ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mesût Balcan, têkildarî êrişên di demên dawî de li ser rojnamegeran zêde dibin daxuyaniyeke nivîskî weşand. Balcan, got: “Hewl didin tevahiya civakê di şexsê çapemenî, weşan û rojnamegeran bêdeng bikin.” Bi domdarî binçavkirina rojnamegerên Bîrgunê Ugur Koç, Berkant Gultekîn û Yaşar Gokdemîr hate bibîrxistin.
TUNDIYA LI OZNÛR DEGERÊ HATIYE KIRIN
Bi domdarî wiha hate gotin: “Rojnameger Oznûr Deger rastî êrişeke zayendperest a polîsekî hat û di dema binçavkirinê de, dema dibirin edliye û girtîgehê jî îşkence lê hate kirin. Lê belê van êrişan bi Oznûrê paşvegav neda avêtin. Peyama hatiye şandin; ‘Em ê li dijî faşîzmê her tim qêrîna heqîqetê bin.’
Mesût Balcan
ROJNAMEGERÊN HATINE QETILKIRIN
Rojnameger Azîz Koyluoglû li Silêmaniyeyê di encama êrişa bi SÎHA’yan de jiyana xwe ji dest da. Divê ev êrişên ku kedkarên Çapemeniya Azad ên hewl didin rastiyê bi gelan re parve bikin tên kirin, tavilê bên sekinandin. Nazim û Cîhan jî demek berê bi heman awayî hatin qetilkirin. Baroya Stenbolê got; ‘hedefgirtina xebatkarên çapemeniyê binpêkirina Hiqûqa Mirovhez a Navneteweyî û Peymana Cinevê ye. Zêdetir, hedefgirtina sivîlên ku ne aliyê şer in, li gorî xala 8/2/b/ii ya Statuya Romayê sûcê şer e.’ Ji ber vê gotinê, Baroya Stenbolê hedef hate girtin. Kesên baro hedef girtin, berpirsyarên van komkujiyan, binçavkirin û girtinan e.
BANGA ‘SEKNA DIJBER A TOPYEKÛN’
Îktîdar an jî rayedar nikarin diyar bikin bê ka rojnameger dê çi binivîsin an jî nanivîsin. Li dijî êrişan divê bêyî ku em bibêjin ew û ev divê seknekî topyekûn were nîşandan. Îktîdara ku ji sedî 95’ê medyayê di destê xwe de digire lê dîsa jî tehemûla qenal, rojname û weşanên bisînor ên muxalîf nake û ji rastiyan ditirse. Tehemûla wê ji tu gotineke muxalîf re nîne û naxwaze rastiyan bibîne û bibihîze. Ev sekna wê, li pêşiya mafên gerdunî û azadiya fikr û xweîfadekirinê astengiyeke mezin e. Ev êrişên ku ji ewil li dijî Çapemeniya Azad dest pê kirin û bi êrişên ser çapemeniya muxalîf didomin, êrişeke li dijî mafê agahîgirtinê yê gel e. Hayjêbûna ji rastiyan û parvekirina wê, mafê sereke yê her kesî ye. Di rewşeke ku rojnameger tên bêdengkirin û mafê agahîgirtinê yê gel tê bisînorkirin de ne dikare qala demokrasiyê were kirin ne jî qala edaletê. Xala 28’an a Destûra Bingehîn zelal e; ‘Çapemenî azad e, nabe ku bê sansûrkirin.2 Madeya 13’an jî dibêje; ‘Nabe ku sînorkirin mudaxileya li dijî cewhera mafên sereke û azadiyan bin.’ Lê belê em dibînin ku ev qanûn tenê li ser kaxizê hene. Bi tena serê xwe rizgarî tune ye, an em bi hev re yan jî tu kes ji me. Em ê bi têkoşînê bi ser kevin.”