STENBOL - Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê ji bo aştiyeke rast û mayinde banga destpêkirina pêvajoya muzakereyan kir û got: “Divê hemû kesên aştîxwaz û demokrasîxwaz bi hemû derfetên xwe mudaxilî vê pêvajoyê bibin.”
Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê ku ji hêla nivîskar, rewşenbîr, akademîsyen û siyasetmedaran ve hatiye avakirin, bang kirin ku ji bo aştiyeke rasteqîn û mayinde pêvajoya muzakereyan were destpêkirin. Di daxuyaniya nivîskî ya bi sernavê “Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê rûpeleke nû ya demokrasiya piranîparêz esas digire were vekirin” de hat bibîrxistin ku di mijara aştî û pirsgirêka Kurd de di 27’ê Kanûna 2024’an de daxuyaniyeke ji hêla hezar û 45 kesan ve hatibû îmzekirin hatiye weşandin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku îktîdara siyasî polîtîkayên ku rageşiya di nava civakê de zêde dike û ne demokratîk xistiye meriyetê û wiha domiya: “Xebatkarên çapemeniyê, hunermend, siyasetmedarên muxalîf û rêveberên herêmî bi awayekî derhiqûqî hatin girtin. Li şûna rêveberên herêmî yên bijartî qeyûm hatin tayînkirin. Armanca van sepanan ew e ku di nava civakê de tirs were belavkirin û civakê bixin bin kontrola xwe. Îktîdara siyasî bi tevdîrên dij-demokratîk ku mafên sereke û azadiyan binpê dike qada siyasetê teng dike û zextê lê dike, li rexa din jî di nava hewldana çareseriya pirsgirêka Kurd de ye. Ev yek, nakokî ye. Tişta ji rewşa jor hatiye vegotin tê fêmkirin ew e ku bloka îktîdarê pirsgirêka Kurd tenê weke berdana çekan dibîne û ji pirsgirêka demokrasî, mafên mirovan û dewleta hiqûqê yên roj bi roj mezin dibin cuda dibîne.”
'DIVÊ SEDEM JI HOLÊ BÊN RAKIRIN’
Di berdewamê de hate destnîşankirin ku yek ji sedema sereke ya rûdana pirsgirêka Kurd nebûna demokrasiyê ye û wiha hate domandin: “Çareseriya pirsgirêkê jî ew e ku li Tirkiyeyê demokrasî û mafên mirovan pêş bikevin, dewleta hiqûqê bikeve meriyetê, çavkanî û dahatên dewletê li gorî kedkar û xizanan bên parvekirin û di van mijaran de guhertinên pêwîst bên kirin. Heke li şûna nêzikatiya aştiyane ya li hemberî pirsgirêkê, nêzikatiya ewlehîperest derbikeve pêş û tundî serdest bibe, ev yek dê rê li ber dabeşbûna civakê, cihêkariyê û jihevbiyanîbûnê veke. Heke sedemên rê li ber pirsgirêkê vekirin ji holê neyên rakirin, demek piştre dê heman sedem dîsa heman encamê bi xwe re bînin.
'DIVÊ MERCÊN OCALAN BÊN BAŞKIRIN’
Divê hemû derdor ji bo aştiyê di nava hewldanan de bin. Ji bo maseya muzakereyê cihê herî guncav dê Meclis be. Hewceye kesên ji bo çareseriyê li ser maseyê rûdinin îdeolojî û cudahiyên xwe yên çandî bidin aliyekî û ji bo çareseriyeke aştiyane tevbigerin û di vê mijarê de bicisaret bin. Divê nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî tev li muzakereyan bibin û bi rêya civaka sivîl piştgiriya jê re were mezinkirin. Abdullah Ocalan ku li Girava Îmraliyê tê ragirtin, hem ji hêla îktîdarê ve hem jî ji hêla gelê Kurd ve weke muxatab tê qebûlkirin. Madem wiha ye, ji bo muzakereyên di navbera aliyan de sanahîtir bibin û civak bêhtir ji muzakereyan agahdar be, hewceye şert û mercên Abdullah Ocalan di çarçoveya biryarên DMME’yê de jî jinûve bên sererastkirin. Siyaseteke aştiyane ji bo mafên jiyana wekhev a jinan û ewlehiya can, di serî de Elewî ji bo parastina maf û hebûna komên etnîk û baweriyan ên li Sûriyeyê di bin xetereyê de jî jiyanî be. Di çarçoveya van nêrînan de, di serî de partiyên siyasî, ji bo aştiyeke rasteqîn û mayinde, em bang li her kesî dikin ku di çarçoveya xisûsên li jorê hatine destnîşankrin de pêvajoya muzakereyan bidin destpêkirin. Divê hemû derdorên aştîxwaz û li gel demokrasiyê bi hemû derfetên xwe mudaxilî vê pêvajoya ku dê bandorê li ser jiyan û pêşeroja me bike bibin û daxwaza aştî û demokrasiyê bêhtir bînin ziman.”