AMED - Ji bo rojnameger Azîz Koyluoglû ku ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatibû qetilkirin, malbata wî û Çapemeniya Azad şîn danî. Şîn dê sê rojan bidome.
Rojnameger Azîz Koyluoglû di 27’ê Çileyê de li navçeya Ranyayê ya bajarê Silêmaniye yê Herêma Federe ya Kurdistanê ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hate qetilkirin. Ji bo Koyluoglû, malbata wî û Çapemeniya Azad li Amedê şîn danî. Şîn, li mala Şînê ya Pasûriyan a navçeya Rezanê hate danîn. Endam û rêveberên rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên bajar û navçeyan, parlamenterên DEM Partiyê, aktîvîstên TJA’yê, MEBYA-DER û gelek welatî bi girseyî çûn serdana şînê. Serdanên şînê berdewam in û dê heta sê rojan bidome.