RIHA - Di dema muayeneyê de li girtiyan hate ferzkirin ku destên wan bên kelemçekirin. Girtiyên li dijî vê derketin, bêyî bên tedawîkirin dîsa birin girtîgehê.
Girtiyên nexweşiya wan giran Şervan Muhammed û Kerem Bîlgîn ku li Girtîgeha Hejmar 1 a Tîpa T a Rihayê tên ragirtin, ji ber ku di dema tedawiyê de kelemçekirina destan qebûl nekirin, nehatin tedawîkirin.
Girtiyan li ser telefonê têkildarî mijarê agahî dan malbatên xwe. Girtiyan, diyar kirin ku dema dibirin nexweşxaneyê leşkeran di wesayîta rîngê de lê ferzkirine ku benên solên xwe jê derxînin. Girtiyan, destnîşan kirin ku ew li dijî vê sepanê derketine û li ser vê yekê dîsa anîne qawîşên wan.
Di berdewamê de girtiyan gotin ku piştî hevdîtina bi girtîgehê re leşkeran dev ji vê sepanê berdane lê îcar jî li nexweşxaneyê li wan hatiye ferzkirin ku di dema muayeneyê de destên wan bên kelemçekirin. Girtiyan, dan zanîn ku bijîşkê nexweşxaneyê jî ji bo derxistina kelemçeyê tiştek negotiye û li ser vê yekê wan ev sepan red kirine. Girtî bêyî ku bên tedawîkirin dîsa birin girtîgehê.