RIHA - Li Rihayê 2 kesên hatin binçavkirin bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.
Welatiyên bi navên Fethî Can (64) û Servet Yildirim )31) di 6’ê Sibatê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de hatibûn binçavkirin û piştî karûbarên îfadegirtinê yên li emniyetê sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê, bi hinceta îfadeyên kesê bi navê E.K., Can û Yildirim bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kir. 3’yemîn Dadgeriya Cezayên Sulhê ya Rihayê bi heman îdiayê biryara girtinê da û şand girtîgehê.