WAN - Polîsan li Wanê êrişî meşa “Azadiyê” kirin. Gelek jin li erdê hatin kaşkirin û binçavkirin.
Li Wanê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Jin ber bi azadiyê ve dimeşin” meş hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî di nav de bi sedan jin ji Kolana Hunerê hatin gel hev. Polîsan hewl dan meşa dê heta ber avahiya rêxistina DBP’ê ya bajar bidomiya asteng bikin. Jinan, bi dirûşman bertek nîşanî astengkirina meşê dan. Bi destpêkirina meşê re polîsan êrişî girseyê kirin. Parlamenter jî di nav de gelek jin hatin derbkirin.
JIN LI ERDÊ HATIN KAŞKIRIN
Polîsên ku tundî li jinan kirin, bi dehan kes li erdê kaş kirin û binçav kirin. Welatiyên li derdorê jî bi dirûşman bertek nîşanî tundiya polîsan dan. Girseyê li ser Cadeya Cumhuriyetê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Piştî çalakiya rûniştinê ku saetekê domiya, parlamenteran li ser cadeyan bi meşê êriş protesto kirin. Bi sedan kes tevî parlamenteran li ser Cadeya Cumhuriyetê dest bi meşê kirin. Li gelek kolanan ciwanan jî bi dirûşman meş li dar xistin.
Rageşiya li bajar didome û gel li ber avahiya DBP’a bajar kom dibe. Li pêşiya avahiya DBP’ê daxuyanî hat dayin.