NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk gelek gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt. Di encama êrişa ser gundê Sakiro yê Eyn Îsayê de zarokek hate qetilkirin.
Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bênavber didomin. Li gorî nûçeya ANHA’yê dewleta tirk ji serê sibehê ve gelek gundên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef girt.
ZAROKEK HATE QETILKIRIN
Dewleta tirk bi balafirêke xwekuj êrişî gundê Sakiro yê rojhilatê Eyn Îsayê kir. Hat zanîn ku di êrişê de zarokek hate qetilkirin.
KANTONA FIRATÊ
Di heman demê de dewleta tirk bi çekên giran êrişî gundên El Muxalat û El Hêwîce yên li başûrê bajarokê Silûkê yê Kantona Firatê kir. Her wiha gundê Tirwaziyê yê Kantona Firatê, derdora Bendava Tişrînê û gundên El Muxalat û El Hêwîce yên li başûrê Silûkê jî bi çekên giran topbaran kirin. Têkildarî encamên êrişan agahî nehatin bidestxistin.
KANTONA CIZÎRÊ
Dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter çewlika çêlekan a Til Temirê ya Kantona Cizîrê û gundên wê yên Um El Kêf, Til Cuma û El Ebûşê topbaran kirin. Hêzên dewleta tirk her wiha zeviyên çandiniyê yên li bakurê Til Temirê jî bi obûsan topbaran kirin. Têkildarî encamên êrişan agahî nehatin bidestxistin.