RIHA - Pirtûka Fîgen Yuksekdagê ya “Parastinên Bêsînor” li Rihayê hate îmzekirin û gotûbêj hat lidarxistin.
Ji bo pirtûka Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Fîgen Yuksekdag ku niha girtî ye ya "Parastina Bêsînor", li Rihayê roja îmzeyan û hevpeyvînê hat lidarxistin. Nûnerên DEM Partiyê, nûnerên Partiya Herêmên Demokratîk, endamên meclisê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê û gelek welatî beşdarî çalakiya li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Halîliye bûn. Di hevdîtinê de Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî axivî û got: “Em ê têkoşîna hevalên zindanê bidomînin."
Hevseroka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol jî parastina wan a ji doza Kobanê ku Fîgen Yuksekdag dihat darizandin bi bîr xist. Sevda Çelîk Ozbîngol, bal kişand ser parêznameyên ku di vê pêvajoyê de ji aliyê siyasetmedaran ve hatine kirin û pirtûka Fîgen Yuksekdag a di ronahiya van parêznameyan de.
Parlamentera DEM Partiyê ya Stenbolê Çîçek Otlu jî got: “Ev parêznameyên Fîgen Yuksekdag parastina çawaniya hevgirtina serhildana Kobanê û Geziyê ye. Bêyî ku berdêl bidin, li van axan têkoşîn bi ser nakeve. Divê em xwedî li têkoşîna birêxistinkirî derkevin."
Piştî sihbetê pirtûka Fîgen Yukseksedag hat îmzekirin.
Çalakî piştî îmzekirina pirktûkê bi dawî bû.