MANÎSA - Di serdegirtinên malan ên li Manîsayê de 18 kes hatin binçavkirin.
Li navçeya Salîhlî ya Manîsayê de bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de hate girtin. Piştî lêgerînên li malan, namzetê şaredariyê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Cevdet Yildiz jî di nav de 18 kes hatin binçavkirin.
Hat zanîn ku welatî bi hinceta pîrozbahiya Newroza par, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatine binçavkirin.
Karûbarên îfadegirtinê yên welatiyên birin Midûriyeta Emniyetê ya Salîhliyê dest pê kirin.