NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya demkî ya Sûriyeyê biryar da ku Desteya Giştî ya Sendîkaya Rojnamegeran a Sûriyeyê (SJU) bê fesxkirin. IFJ’ê bertek nîşanî biryarê da û xwest ev biryar tavilê were betalkirin.
Serokwezîrê Rêveberiya Demkî ya HTŞ’ê Muhammed El Beşîr di 6’ê Sibatê de biryar da ku Desteya Giştî ya Sendîkaya Rojnamegeran a Sûriyeyê (SJU) were fesxkirin û ofîseke demkî ya li derveyî nûnerên sendîkayê were tayînkirin. Li gorî nûçeya li ser malpera fermî ya Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî (IFJ) hatiye weşandin, IFJ'ê di 11’ê Sibatê de ji Serokê Dewleta Sûriyeyê Ahmed El Şara û serokwezîr re nameyek şand û jê xwest ku vê biryarê betal bikin. IFJ’ê di nameyê de got ku fesxkirina SJU'yê mînakeke mudaxileya siyasî ya li dijî xebatên rêxistinê sendîkayî ye û bi vê yekê re di serî de peymanên Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO), peyman û hevpeymanên navneteweyî ku Sûriyeyê jî îmze kirine hatine binpêkirin.
Di nameyê de hat xwestin ku biryara hatiye dayin tavilê were betalkirin.