AMED - Di şîna rojnameger Azîz Koyluoglû de ku ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatibû qetilkirin mewlûd hate dayin.
Rojnameger Azîz Koyluoglû di 27’ê Çileyê de li navçeya Ranyayê ya Silêmaniye ya Herêma Federe ya Kurdistanê ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hate qetilkirin. Şîna ji bo Koyluoglû li Mala Şînê ya Pasûriyan a li navçeya Rezan a Amedê hatiye danîn, di roja 3’yemîn de didome. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên Riha û Mêrdînê hatin serdana şînê.
Ji bo Koyluoglû li mala şînê mewlûd hate dayin. Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî piştî xwendina mewlûdê axivî û sersaxî ji bo malbata Koyluoglû û hevalên wî yên xebatê xwest. Karakeçîlî, destnîşan kir ku Azîz Koyluoglû şopdarê heqîqetê bû û peyrewên wî vê lêgerîna heqîqetê didomînin. Karakeçîlî, got: “heta ku gelên vê xakê azad dibin em ê li pey xeyalên wan bin.”
Malbata Koyluoglû dê piştî şîna li Amedê, taziyeyan li mala xwe ya li Mêrsînê qebûl bike.