ÊLIH - Di salvegera mirina Rojwelat Kizmaz de ku li Êlihê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabû, daxuyanî hate dayin. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku peywirdarên ku serlêdana windabûnê paşguh kirin û berpirsyartiya xwe bicih ne anîn bên cezakirin.
Rojvelat Kizmaz di 9'ê Sibata 2024'an de li Taxa Petrolê ya Êlihê winda bû û di 12'ê Sibata 2024'an de cenazeyê wê li Bendava Heskîfê hate dîtin. Bi boneya salvegera mirina biguman a Rojwelat Kizmaz, li ber Edliyeya Êlihê daxuyanî hate dayin. Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik ku li şûna wan qeyûm hatine tayînkirin, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Rêxistina Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), beşdar bûn.
Birayê Rojwelat Kizmaz, Mehmet Kizmaz di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku xwişka wî di 9’ê Sibatê de çûye cem hevalên xwe û wiha got: “6 saet piştî ku ji mala xwe derketin malbatê ji saziyên rayedar re ragihand ku em ji ewlehiya canê wê bi fikar in. Lê ji bo dîtina Rojwelatê 3 rojan yek lêgerîn jî nehat kirin. Di vê kêliyê de cenazeyê wî ji Bendava Heskîfê hat derxistin. Rojwelat ne keseka wisa bû ku xwe bikuje.”
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk jî anî ziman ku komkujiyên li Kurdistanê zêde dibin û wiha domand: “Ev polîtîkaya dewletê ye. Li vî bajarî 3 rojan jineke ciwan winda bû û lêgerîn nehat kirin, kamerayên destan nehatin şopandin. Jinên ciwan li vir in û jiyana mirovan girîng nîne. Lewra li ber çavê vê hikûmetê her yek ji me terorîst tê dîtin. Em çiqasî jiyana xwe ji dest bidin û li vê erdnîgariyê çiqasî mirov jiyana xwe ji dest bidin, rêxistinbûn jî qels dibe. Di pêvajoya qeyûm de welatiyên ku dirûşim berz kirin û mafê xwe yê herî rewa bi kar anîn, bi rêya kamerayên mobeseyê hatin tespîtkirin, hatin binçavkirin û girtin. Lê tevî hemû israra malbatê jî kesî pêwîstî nedît ku deqeyekê li qeyda telefona destan binêre. Ji ber ku tu li vê erdnîgariyê kurd î. Ji ber ku bi vî awayî dixwazin Kurdan ji vê erdnîgariyê paqij bikin."
Herî dawî dayika Taybet Kizmaz jî diyar kir ku berpirsyarê mirina zaroka wê dewlet e û got ku ji serlêdanên wan re tu bersiv nehatine dayîn. Taybet Kizmaz xwest ku kesên berpirsyar hesabê bidin û bên cezakirin.