AMED - Desteya Rêveberiyê ya Amedsporê û endamên Lijneya Şêwrê ya Bilind banga îstîfayê li Midûriyeta Ciwan û Sporê ya Amedê kir ku demekî dirêje pirsgirêkên stadê çareser nake.
Desteya Rêveberiyê ya Amedsporê û endamên Lijneya Şêwrê ya Bilind têkildarî pirsgirêkên zemîna stadyumê ku demekî dirêje nayên çareserkirin, li pêşiya Midûriyeta Ciwan û Sporê ya Amedê daxuyanî dan. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên bajar jî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Futbol ne li ser maseyê li sehayê xweş e, sehaya me li ku ye” hate hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji hêla Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê û Serokê Desteya Şêwrê ya Bilind Mehmet Kaya ve hate xwendin.
‘PIRSGIRÊKA STADÊ NAYÊ ÇARESERKIRIN’
Kaya, diyar kir ku ji sozan berê heta niha pirsgirêkên stadê berdewam dikin û got: “Me serî li Midûriyeta Ciwan û Sporê ya Bajar da lê encamek jê derneket. Pêkhateyên bajêr piştgiriya madî didin û tevî bêderfetiyên madî jî Stadyuma Amedê ji hêla Amedsporê ve tê kirêkirin û maç tên lîstin. Lê stad bi zanebûn stad veguherandine reqîbê me yê herî mezin. Ji destpêka sezonê heta niha ji ber ku stad guncav nîne, kulûba me Amedspor ji neçarî maçên xwe li derve dilîze.”
‘XETERE LI SRE LÎSTIKVANAN HEYE’
Kaya, got ku ji ber rewşa nebaş a stadê hem lîstikvanên wan hem jî yên tîmên din seqet dibin an jî bi xetereya seqetbûnê rû bi rû dimînin. Kaya, da zanîn ku tevî ji bo çareserkirina pirsgirêkê serlêdanên pêwîst kirine jî rayedaran çav û guhên xwe girtin û her tim ew mijûl kirine. Kaya, da zanîn ku li bajarên cuda stad di nava 6 mehan de jinûve tên avakirin lê nêzî saleke tenê pirsgirêka çîmê ya stada Amedê nehatiye çareserkirin.
Kaya, got ku pirsgirêka stadê weke “cezakirineke bi zanebûn û qesdî” nirxand û wiha bang kir: “Em bang li Midûriyeta Ciwan û Sporê ya Bajar ku bi israr naxwaze peywira xwe bicih bîne dikin ku îstîfa bike.”