AMED - Rojnameger Delal Akyuz di çarçoveya xebatên rojnamegeriyê de dihat darizandin û cezayê hefsa malê lê hatibû birîn. Biryara hefa malê hate betalkirin.
Danişîna ewil a doza rojnameger Delal Akyuz ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tê darizandin, li 13’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê hat lidarxistin. Akyuz, li Edliyeya Xana Axparê ya Amedê bi rêya SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Hevserokê DFG’ê Selman Çîçek jî danişîn şopand.
Di danişînê de biryar hate dayin ku dosyaya heyî û ya bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” li 20’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê didome, bikin yek dosya.
'JI BER XEBATÊN ROJNAMEGERIYÊ TÊM DARIZANDIN’
Akyuz, li dijî îdiayên tên kirin parastina xwe kir û got ku ji ber karûbarên rojnamegeriyê tê darizandin. Akyuz, got: “Ez li ser fermanê nûçeyan çênakim. Di îdianameyê de çendek nûçeyên min hatine bicihkirin û weke sûc hatine nîşandan. Ji ber rojnamegeriyê têm darizandin.”
Parêzer Halîl Konuk jî got ku rojnamegerî tê darizandin. Konuk, got: “Çapemeniya Kurd rastî êrişên sîstematîk tê. Hêj jî tên darizandin. Gelek jê beraet dikin. Ajansa Mezopotamyayê ji sala 2017’an heta niha heman nûçeyan çêdike.”
Parêzer Hazal Sumelî jî biryarên DMME’yê bi bîr xist û got: “Miwekîlê min ev saleke di hefsa malê de ye. Hemû delîl hatine komkirin û tu wateya biryara hefsa malê nemaye. Em dixwazin biryara kontrola edlî rabe.”
Dozger jî xwest tevdîra kontrola edlî bidome.
Dadgehê biryar da ku kontrola edlî ya “hefsa malê” were rakirin û qedexeya derketina derveyî welat jî bidome. Danişîna dozê taloqî 12’ê Gulanê hate kirin.