MÊRSÎN - Rojnameger Samî Yilmaz li Mêrsînê di serdegirtina malê de hate binçavkirin.
Rojnameger Samî Yilmaz di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de li Mêrsînê di serdegirtina malê de hate binçavkirin. Yilmaz, mehek berê qezaya trafîkê derbas kiribû û lingê wî şikestibû û li mala xwe dihat tedawîkirin. Hat zanîn ku Yilmaz li Midûriyeta Emniyetê ya Mêrsînê tê ragirtin. Tê payin ku Yilmaz bibin Rihayê.