ENQERE - Şandeya Ma Musicê di çarçoveya kampanyaya “Milyonek pirtûk milyonek zarok” de çû serdana Navenda Giştî ya DEM Partiyê.
Şandeyeke ji Ma Musicê di çarçoveya kampanyaya “Milyonek pirtûk milyonek zarok” de çû serdana Navenda Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî). Şandeya Ma Musicê ji Koordînatorê Ma Musicê Şêrko Kanîwar, ji perwerdekaran Sarya Ertaş û endama Lijneya Rêveber Evîn Dulek pêk dihat û ji hêla Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Hevberdevkê Komîsyona Zarokan Îhsan Seylan, Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinkirinê Mahfuz Guleryuz û Hevberdevkên Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê Cemîle Turhalli û Heval Dilbahar ve hate pêşwazîkirin.
Koordînatorê Ma musicê Şêrko Kanîwar di serdanê de axivî, têkildarî kampanyayê agahî da û daxwaza piştgiriyê kir. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî diyar kir ku ew girîngiyê mezin didin xebatên bi vî rengî û got: “Çi ji destê me bê em ê teqez bikin.”