AMED - Danişîna biryarê ya Omer Atalay ku di dema qedexeya derketina kolanan a li Sûrê de hate girtin û Dadgeha Bilind dosyaya wî betal kir dê sibe were lidarxistin. Dozgeriyê di mutalaaya xwe de israr kir û ceza xwest.
Welatiyê bi navê Omer Atalay di dema qedexeyên derketina kolanan ên li navçeya Sûr a Amedê de, di 7’ê Adara 2016’an de bi birîndarî hate binçavkirin û di 11’ê Adara 2016’an de jî hate girtin. Der heqê Atalay de bi îdiayên “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” û “hewl da kesekê ku karê xwe yê cemaweriyê bicih bîne bikuje” doz hate vekirin.
Di danişîna biryarê ya 22’yê Îlona 2020’ê de 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê 4 caran cezayê muebbeta girankirî da. Ceza, ji hêla Îstînafê ve jî hate erêkirin. Atalay, li Girtîgeha Hejmar 1 a bi Ewlekariya Bilind a Amedê tê ragirtin.
Parêzerê Atalay, li dijî biryarê li Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Amedê îtîraz kir. Di îtîrazê de hate gotin ku hêmayên madî û manewî yên bûyerê çênebûne û ji hêla “fiîl-faîl” ve biqasî tê xwestin baş nedane berhev. Hat destnîşankirin ku ceza li gorî îfadeyên şahidan hatiye dayin û tu delîlên şênber ên ku îspat bikin Atalay tev li çalakiyan bûye nehatine peydakirin. Her wiha hate gotin ku şahidên di dosyayê de jî îfadeyên li dijî Atalay nedane. Daîreya Cezayan a 9’an a Dadgeha Edliyeya Herêmê ya Amedê jî di 3’yê Adara 2021’ê de dosya red kir û ceza erê kir.
DADGEHA BILIND BIRYAR LI DIJÎ HIQÛQÊ NIRXAND
Piştî ku Îstînafê jî biryar erê kirî, parêzer serî li Dadgeha Bilind da. Daîreya Cezayan a 3’yan a Dadgeha Bilind di 27’ê Gulana 2024’ê de biryar derhiqûqî dît û got ku îfadeyên şahidên di dosyayê de Aynur ÖOzturk, Mahsun Saruhan, Baran Aslan, Mehmet Çoreşoglû û Hamza Tunç bêyî parêzeran hatine girtin û van şahidan bêyî parêzer amade bin teşhîs kirine. Her wiha hate gotin ku van şahidan di îfade û lêpirsîna xwe li dozgeriyê ku parêzer amadebûn de jî ev îfadeyên xwe red kirine. Di biryarê de hate destnîşankirin ku nabe ku hikûm li gorî beyanên şahidên beyanên xwe guherandin were dayin û wiha hate gotin: “Bedrî Oguz û Denîz Ataş li dozgeriyê û di dema lêpirsînê de îfadeyên xwe neguherandin û hikûm jî li gorî îfadeyên wan hate dayin. Diviyabû dîsa weke şahid li wan bihata guhdarîkirin. Diviyabû çarçoveya çalakî û fealetiyên bersûc û dem, cih û xisûsên din bi awayekî hûr û kûr şênber bikirana. Hewcebû biryar jî piştî van daneyan bihata dayin. Lê belê wiha nehate kirin. Piştî lêkolîneke kêm bi awayekî nivîskî biryar hate dayin. Ev rewş derhiqûqî hatiye dîtin.”
‘BI DARÊ ZORÊ EWRAQ DAN ÎMZEKIRIN’
Piştî biryara betalkirinê ya Dadgeha Bilind, doza Atalay li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jinûve hat lidarxistin. Di 9’ê Çileya 2025’an de danişîna sêyemîn a dozê hat lidarxistin û li şahid Bedrî Oguz û Denîz Ataş hate guhdarîkirin. Oguz, got ku Atalay nas nake. Ataş jî got ku ew Atalay nas nake û got: “Dema em hatin girtin, dozger ji me pirs kirin. Hinek kaxiz û wêne bi me dan îmzekirin. Gotin ‘heke hûn qebûl bikin em ê wer berdin.’ Komplo li ber me danîn û ewraq dan îmzekirin. Hewl dan sûcî bixin stûyê me. Ez bersûcî qet nas nakim, em tevek bêyî sûcekî me hebe girtî ne û tenê wêne nîşanî min dan. Ez wî nas nakim. Polîsî şimaqek li min xist û tevî ku min got ez nas nakim jî weke ku nas bikim hatiye nivîsandin. Lewma jî îfadeya min a niha derbasdar e. Bi darê zorê ewraq bi me dan îmzekirin. Xwendin û nivîsandina min tune bû.”
‘BI BIRÎNDARÎ ANÎM SÛRÊ’
Atalay jî di heman danişînê de got ku ne ew şahidan nas dike ne jî şahid wî nas dikin. Atalay, bersiva îdiaya “Nasnavê Topal Îsmaîl bi kar tîne” da û got: “Ne navekî min ê wisa heye ne jî nasnavekî min ê wisa. Dibe ku min bişibînin kesekî wisa. Tu kesekî bi vî navî bangî min nekiriye. Navê min ê di nava rêxistinê de Lezgîn Amed e. Dîroka ku ez tev li rêxistinê bûme diyar e. Ez beşdarî tu pevçûnan nebûme.”
DOZGER MUTALAAYA XWE PÊŞKEŞ KIR
Di danişîna 4’emîn a dozê de ku di 23’yê Çileya 2025’an de hat lidarxistin, dozgeriyê mutalaaya xwe pêşkeş kir. Di mutalaayê de hate gotin ku biryara betalkirina biryarê ya Dadgeha Bilind esas nayê girtin û dê îfadeyên şahidan ên li cem hêzên ewlekariyê esas bê girtin. Dozgeriyê bi domdarî ji bo Atalay îdiaya “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê” kir. Her wiha îdiaya “hewl da kesekî ji ber ku karê cemaweriyê dike bikuje” kir. Dozgeriyê xwest Atalay ji ber van her du îdiayan bê cezakirin.
Omer Atalay jî li dijî mutalaayê parastina xwe kir û got: “Di dosyayê de qala bermahiyên teqemeniyan tê kirin. Lê rewşa min a fîzîkî rê nade ku çekê bikar bînim. Li wir gelek teqemenî hatin teqandin û eşkereye ku ji berê ve teqiyane. Dema hatim girtin di saziyên dewletê de FETO’yî hebûn. Ez dixwazim were lêkolînkirin ka di van daneyên hatine pêşkeşkirin de îmzeya kesên FETO’yî heye yan na.”
Danişîna biryarê ya doza der heqê Atalay de dê sibe li 5’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê lidarxistin.