Înşaet hilweşiya 3 karker birîndar bûn
- aborî-ked
- 12:26 10/12/2017
Li gundê Şemok yê navçeya Wêranşarê avahiyek înşaetê ya 5 qat hilweşiya. 3 karkerên înşaetê di bin kavilên înaşetê de birîndar bûn
Li gundê Şemok yê navçeya Wêranşarê avahiyek înşaetê ya 5 qat hilweşiya. 3 karkerên înşaetê di bin kavilên înaşetê de birîndar bûn
Zabiteyên Şaredariya Şirnexê ya qeyûm hat tayînkirin, ji bo goştfiroşan şertê "ultrasyon" û "beravêtinê" anîn. Goştfiroşan aşkera kir ku ji bo vê 160 TL pere tê xwestin û bertek dan nîşan.
Aborîzan Mustafa Altintaş, bal kişand ser têkiliya aboriyê û şerê û diyar kir ku hemû geşedanên neyînî bandora neyînî li ser hev dikin û wiha got: "Ji bo Tirkiye bigêje aramî û xweşiyê divê polîtikayên aştiyê pêş bixe. Rêya aramiyê di polîtîkayên aştiyê re derbas dibe."
Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko, diyar kir ku bi lêpirsîna ewlehî û ketina ezmûna karkerên taşeron dixwazin rê li pêş kadrobûna xwe vekin. Beko, diyar kir ku di AKP'ê sala 2002'an de pergala taşeron ava kir û bi pergala taşeron re 18 hezar hevalên wan mirin.
Hefteya bê dê hevdîtinên Lijneya Giştî dest pê bike, HDP'ê li hember pêşnûmaya Butçeya Navendî ya 2018'an şerh danî û pêşnûme wekî "Butçeya şer ya giraniya wê ewlehî û parastin" pênase kir, CHP'ê jî wekî "Butçeya rantê" pênase kir.
9 karkerên di kargoya Babacanlar de dixebitin, bi sedema endamê sendîkayê ne ji kar hatin avêtin. Karkerên 95 roj in di greva birçîbûnê de ne, diyar kirin ku moral û hêviya wan bilind e û dê bi serkevin.
Berî ku heqdestiya herî kêm bê diyarkirin, rapora ku DÎSK-AR'ê amade kiribû, Serokê Giştî Kanî Beka rapor parve kir. Beko da zanîn ku divê heqdestiya asgarî 2 hezar û 300 TL be.
Li Cizîra ku li gor hejmarên fermî rêjeya betaliyê ji sedî 29 e, di avahiyên TOKÎ'yê de koçberên sûriyeyî bi heqdesteke kêm û bê sîgorte tên xebitandin.
Welatiyên teqawîtbûyî destnîşan kirin ku ji butçeya navendî ya sala 2018'an ji wan re parek nehatiye veqetandin û wiha gotin: "Em her roj nanê tisî jî bixwin, em ê dîsa jî nikaribin debara xwe bikin."
Karkerên li hala zebzeyan dixebitin, anîn ziman ku ew di şert û mercên nebaş de dixebitin û bi serde meaşê ku ew distînin ne meaşê kêmtirîn e jî.
Ji ber bêqîmetbûyîna TL, di sektora înşeatê de jî sinyalên krîzê xwe didin der.
Seyarfiroş Selîm Oktay ê bi karê seyarfiroşiyê debara malbata xwe dike bertek nîşanî tundiya zabitayên şaredariyê dan û wiha got: "Kes bi halê kesî nizane. Kes napirse 'ka li mala te tiştekî xwarinê heye yan na?'"
Bi kûrbûna krîza aborî re, Serokomar Erdogan jî aşkera kir ku sermayedar ji welat direvin. Aborîzanê HDP'î Alp Altinors diyar kir ku Tirkiye di krîza sala 2001'an de ye.
Galerîvanên li Wanê, diyar kirin ku buhayê benzîn, mazot û bacê gelekî zêde bûye û li Wanê di piyaseya maşîneyên kevin de jî krîzeke kûr heye û ev tişt gotin: "Roja pêvajoya çareseriyê qediya, krîza aborî dest pê kir. Ji ber ku hemû aborî ji bo şer tê veqetandin."
Ensafan diyar kir ku êdî şelwar, êleg û şewqeya 8 koşeyî yên aîdî Edeneyê jî nayên tercîhkirin û ji ber nebûna kar ew bi zirarê difiroşin.