Rojê 300 kîlo masi tên kuştin
- aborî-ked
- 09:25 05/12/2017
Masîvanên ku îsal cara ewil torên xwe avêtin Gola Wanê, rojê di navbera 120-300 kîloyî de masiyan zevt dikin. Masîvanên ji bo debarê neçîra masiyan dikin masiyan bi erzanî difiroşin.
Masîvanên ku îsal cara ewil torên xwe avêtin Gola Wanê, rojê di navbera 120-300 kîloyî de masiyan zevt dikin. Masîvanên ji bo debarê neçîra masiyan dikin masiyan bi erzanî difiroşin.
TKDK ku ji bo pêşketina çandiniyî û belavkirina fonên YE'yê hat avakirin, piştî OHAL'ê dest bi lêpirsînên "ewlehiyê" kir. Derket holê ku ji bo kesên der barê wan de lêpirsîn hatine destpêkirin hîbe û kredî nayên dayîn.
Zivistan hat esnafên dixwezin êzing û sobeyan bifroşin, aşkera kirin ku krîza aborî bandoreke xirab li ser aboriya welat dike. Esnafan da zanîn ku buhayê êzingan zêde bûye, gel ji bo xwe germ bike berê xwe dide kapeka daran.
Berpirsiyarê qada aborî û Alîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, bal kişand ser krîza aborî ya li Tirkiye û destnîşan kir ku krîza aborî herî zêde bandorê li kedkarên kurd û tirk dike.
Endamên Egîtîm Sen'a Êlihê yên tev li çalakiya "Em dê li dijî şer aştiyê biparêzin" bûn, meheneyên wan ji 1/30 hat birîn. Endamên mafê wan hat xwarin, serî li dadgeha bilind dan. Dadgehekê çalakî wekî xebatên sendîkayî dît û kedkar mafdar dît. Dadgehek din jî ceza parast û wekî “pêdiviyên civaki yên mecbûrî" nirxand.
Rukiye Suren a ji ber êrîşên dewletê ji navçeya Nisêbînê koçî Germencîkê kir, ji bo debara malê bike û zarokên xwe xwedî bike ji karê zeviyên bigire heya paqijiya malan 15 salin kar dike. Suren, destnişan kir ku keda wê zêde nayê ditin û 15 salên bêsîgorta dixebite û wiha got: "Têkoşîna min dê bidome."
Endamên Meclîsa ÎSÎG'ê çalakiya karkerên KESK'ê yên hatin îxrackirin ziyaret kirin û diyar kirin ku di meha mijdarê de 170 karker mirin. ÎSÎG'ê diyar kir ku di 11 mehên 2017'an de 1851 karker mirin.
Di pêşengiya KESK, DÎSK, TTB û TMMOB'ê de “Ne OHAL, Demokrasî” forumê dest pê kir û 4 rêxistin dê li dijî OHAL’ê banga têkoşînê bikin.
Sekretara Jin a KESK'ê Gulîstan Atasoy, diyar kir ku îktîdara siyasî di qada jîngeha kedê de dixwaze profîleke 'xebatkarên îtaatkar' çê bike. Atasoy got ku îktîdar dixwaze vê yekê bi jinan bide destpêkirin û berbelavkirin. Atasoy diyar kir ku di her cure rêbaza lêgerîna mafan de, jin bêtir bi zext û zoriyan û gefan re rû bi rû dimînin.
"4'emîn Sempozyuma Bajêr a Stenbolê" di pêşengiya Lijneya Koordînasyona Bajêrê Stenbolê ya TMMOB'e de dest pê kir. Wekîlê CHP'ê Alî Şeker da zanîn ku ew berî çend rojan çûye Amedê û aşkera kir ku Sûr kirine qurbana rantê.
Esnafên Hala Sebze û Fêkiyan a Wanê dan zanîn ku bi bihabûna sotemeniyê re maliyeta wan gelek biha bûye û ji ber zemên tên kirin li ser welatiyan tê kirin ew jî nikarin fêkî û zebzeyên di destên xwe de bifiroşin.
Li Îdirê ji ber bihabûna kayê şêniyên gundan berê xwe dan pincarê garis û sewalên xwe bi bi giyayê garis xwedî dikin. Gundiyan got “Sewalên me pûş û pincarê garis naxwin lê em neçarin vî giyayî bikin êmê sewalan."
Piştî agahiyên wekî Bazara Sewalên Zindî ya Rihayê derxistine îhaleyê, bêsîvanan berê xwe da Şaredariya Bajarê Mezin û bertekên xwe anîn ziman. Şaredarî ji bo bertekê gel daxe got ku "Ew der cihê we ye."
Hevaparên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB ên Dîlokê, di çarçoveya kampanyaya “Ne OHAL, em demokrasiyê dixwazin” de li hev civiyan û banga “Ji bo hemû kesê demokrasî û edalet” kirin.
Li Bazara Semtê ya Jiyanê ku Şaredariya Rezanê xebata tevî mêran li jinan ferz dike Fatma Dogan, anî ziman tevî hemû polîtîkayên devjêberdanê û şert û mercên zor û zehmet ên xebatê jî ew ê tim ji derheqê ya zor derkevin.