‘Fatûreya krîza aborî li karkeran tê birîn’
- aborî-ked
- 09:23 30/11/2017
Mûrat Çakir, nûnerê ÎSÎG’ê ku bi weşandina raporên “cinayetên karî” riya jîngeha kedê ronî dike, diyar kir ku di rapora ku wan weşandiye de di 11 mehn 2017’an de herî kêm hezar û 850 karker jiyana xwe ji dest dane û wiha got. “Rewşa xerab a aboriyê bi zext û zoriyan bi ser karkeran de diçe. Fatûreya polîtîkayên nebaş, li karkeran tê birin.”