MÊRDÎN - Lijneya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê bi îdiaya “ezmûna tev li bûye nehatiye dîtin”, tehliyeya Seyda Şîmşek ê 30 sal in di girtîgehê de ji bo 9 mehan taloq kir. Malbata Şîmşek, got: “Neberdana girtiyekî cezayê xwe xelas kiriye, zilm e.”
Seyda Şîmşek li Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê tê ragirtin û 30 sal in di girtîgehê de ye. Şîmşek, di sala 1995’an de li Mêrsînê hate binçavkirin û 1’emîn Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) ya Edeneyê cezayê muebbedê lê birî. Şîmşek ku heta niha li gelek girtîgehan ma ye, dihat payîn ku di 30’ê Mijdara 2025’an de were berdan. Lêbelê, Lijneya Îdare û Çavdêriyê bi hinceta “nebaşhaliyê” tehliyeya Şîmşek asteng kir û biryar da ku nirxandina din a lijneyê di 27’ê Tebaxa 2026’an de were kirin.
Di biryara lijneyê de wiha hate gotin: “Hikûmxwar Seyda Şîmşek, tev li qurs û perwerdeyên ji hêla yekîneya rêberiya manewî nebû, tu xebatên atolye, xebatên hunerî û yên wêjeyî yên hikûmxwarî nehatin dîtin. Ezmûna ku hikûmxwar li ser bernameya hînkirinê ya didomîne beşdar bûyê nehatiye dîtin, gelek cezayên disiplînê yên hikûmxwarî ku dema wan a zagonî tije bûye û hatine rakirin hene, di lêgerînên giştî û qismî de, di dema jimartinê de ji bo karê xebatkaran hêsan bike bi qismî erênî tevgeriyaye. Hikûmxwar li girtîgeha me di qawîşa kesên alî de cih girt, tu daxwazeke wî ya ji bo derbasî qawîşa bêaliyan bibe nebûye. Hatiye dîtin ku ji bo pêşketin û guherînê motîvasyona wî têr nake. Hatiye dîtin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan, pêvajoyên jidilbûnê ji bo başiya xwe bi kar ne aniye, ji bo temambûna fikr û tevgerên wî divê dema mayina wî were dirêjkirin. Ev yek dê ji bo civak û hikûmxwar baştir bibe. Bi vê boneyê jî şert û mercên berdana wî guncav nînin.”
‘TIŞTÊN TÊN KIRIN ZILM E’
Birayê Şîmşek, Aydin Şîmşek bertek nîşanî neberdana birayê xwe da û got: “Birayê min di gelek girtîgehan de ma lê tu cezayên wî yên disiplînê nînin. Hevalê Seyda; dema derxistin pêşberî lijneyê jê pirsiyane bê çima neçûye dibistanê. Wî jî got ku dema di girtîgehê de dibistanên seretayî, navîn, amadehî û 2 zanîngeh xelas kiriye. Piştre jî jê pirsiyane bê çima guh nedaye banga mele. Wî jî gotiye ku pêdiviya wî bi melayî nîne û ew li gorî baweriya xwe tevdigere. Li ser vê yekê jî bêyî ku li rûyê wî binêrin, biryara 9 meh taloqkirina tehliyeya wî dan.”
Bi domdarî Şîmşek anî ziman ku ev nêzî du sal in li Girtîgeha Hejmar 2 ya Amedê tehliyeyên girtiyan bi awayekî keyfî tên astengkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Nexweşiya rûviyan a kekê min heye. Rêveberiya girtîgehê got ji bo tedawiya wî dê bi balafirê sewqî bajarekî din bikin û ji bo vê ji me pere xwestin. Me jî ev pereye da. Lê tevî vê jî birayê min bi rêwîtiyeke bi rojan domiya û bi destkelemçekirî birin Stenbolê. Lewma aloz bû û neçar man ku bibin nexwşxaneyê. Em dixwazin saziyên mafên mirovan, partiyên siyasî bikevin dewrê û dixwazin hevalê Seyda demildest were berdan. Neberdana kesekê cezayê xwe temam kiriye, zilm e.”
MA / Ahmet Kanbal
