AMED - Rêxistina DBP’a Amedê dê 6’emîn Kongreya Awarte li dar bixe. DBP’ê starta xebatên kongreyê da.
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê starta xebatên 6’emîn Kongreya Awarte da. Têkildarî mijarê li avahiya DBP’a Amedê daxuyanî hate dayin û gelek nûnerên partiyên siyasî û saziyan tev li bûn. Li eywana daxuyaniyê pankarta “Bi hêza xwe ya rêxistinî em ber bi azadiyê ve dimeşin” hate daliqandin.
Endama PM’a DBP’ê Mahabat Akin di daxuyaniyê de wiha got: “Têkoşîna jinên azad û rêxistinî û hêza gelê Kurd dê rêgeha vê pêvajoya dîrokî diyar bike. Rêxistina me ya DBP’a Amedê bi vê zanebûnî û perspektîfê dê bi dirûşma ‘Bi hêza xwe ya rêxistinî em ber bi azadiyê ve dimeşin’ 6’emîn Kongreya Awarte li dar bixe. Di çarçoveya xebatên amadekariya kongreyê de em di wê baweriyê de ne ku dê tevahiya gelê me û saziyên me yên demokratîk têkildarî pêvajoya nû hêz bidin.”