ŞIRNEX - Polîsê tevgera taybet ê bi navê Mehmet Nûrbakî Goçmez ku Nîhat Kazanhan qetil kiribû, ev saleke nehatiye girtin. Di dozê de dadgehê biryar da ku xwe li benda polîsê bersûc bigirin.
Nihat Kazanhan ê 12 salî di 14’ê Çileya 2015’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê polîsê tîmê taybet Mehmet Nûrbakî Goçmez ve hatibû qetilkirin. 11’emîn danişîna doza Nihat Kazanhan li 1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Cizîrê hat lidarxistin. Dayik û bavê Nihat Kazanhan û parêzerên malbatê beşdarî danişînê bûn. Danişîn bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir. Piştre bavê Nîhat Kazanhan, Mehmet Emîn Kazanhan axivî û got kurê wî bêsûc bû û xwest kujer bê cezakirin.
‘EV DEH SAL IN EDALET PÊK NEHATIYE’
Piştrê jî dayika Kazanhan, Ayşe Kazanhan axivî. Ayşe Kazanhan jî da zanîn ku li gel ku biryara lêgerîna bi bultena sor ji bo kujer hatiye dayin jî hêj nehatiye girtin û got: “Ez dixwazim cezayê giran li kujer were birîn. Kurê min bêsûc bû. Hûn dibêjin em ê bigirin lê hûn nagirin. Ew 10 sal in edalet pêk nehatiye. Bila qeydên HTS’ê bên tomarkirin. Helbet malbateke wî jî heye û bi malbata xwe re diaxive. Li ser malbatê jî hûn dikarin xwe bigihînin wî. Êdî bes e bila kujer bê dîtin. Bila zarokên din neyên kuştin.”
Ji Komîsyona Zarok û Jinan a Baroya Şirnexê parêzer Emîne Ozdemîr jî parastin kir û xwest ewraqên kêm ên di dosyeyê de bên temamkirin.
Dozger jî xwest ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin û xwe li benda cîbicîkirina biryara lêgerîna bultena sor bigirin.
DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN
Şandeya dadgehê jî biryara da ku xwe li benda cîbicîkirina biryara lêgerîna bultena sor bigirin û ewraqên di dosyayê de bên temamkirin. Danişîna dozê taloqî 30’ê Nîsanê hate kirin.