ŞIRNEX - Cezayê hefsê yê li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hatiye birîn li Cizîrê hate protestokirin û wiha hate gotin: “Têkoşîna me ya ji bo avakirina civaka demokratîk dê bidome.”
Rêxistinên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Şirnex û navçeyên wê, li dijî cezayê li Hevşeredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan hatiye birîn, li ber avahiya DEM Partiyê ya Cizîrê daxuyanî dan. Endam û nûnerên saziyên sivîl ên Şirnexê û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Dest nedin vîna gelê Wanê û rêzê ji vîna gel re bigirin” hate hilgirtin.
Metna daxuyaniya hevpar ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê yê Cizîrê Yilmaz Sanri ve hat xwendin. Yilmaz Sanri, anî ziman ku cezayê li Abdullah Zeydan hatiye birîn di heman demê de derbeya li dijî vîna gel e. Sanri, wiha domand: “Gelê Wanê di hilbijartinan de li dijî tayînkirina qeyûm bi hejmareke mezin deng dabû û bersiv dabû. Lê tevî vê yekê jî desthilata AKP’ê di polîtîkaya xwe ya desteserkirina vîna gel de israr dike. Desthilata ku dadgehê weke amûr bikar tînê, bi hinceta tayînkirina qeyûm bi awayekî dijhiqûqî ceza li Hevşeredarê Wanê Abdullah Zeydan birî. Ev biryar li dijî hiqûqê ye û li dijî vîna gelê Wanê ye. Ev biryar li dijî vîna hemû gelan e. Em jî li vir bang dikin û dibêjin; gelê Wanê ne bi tenê ye. Em ê weke duh îro jî xwedî li vîna xwe derbikevin û li dijî vê hewldana tayînkirina qeyûm berxwedana xwe bidomînin. Ji bo pêkhatina edalet û demokrasiyê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Daxuyanî bi çepikan û berzkirina dirûşma “Bijî berxwedana Wanê” bi dawî bû.